Li Muşê xizmeta ava paqij dest pê kir

Ava Alparslan 2yê wê li navenda bajêr, 8 bajarok û 41 gundan bê belavkirin

Li Muşê xizmeta ava paqij dest pê kir

Li Muşê ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê xebateke mezin dest pê kir. Di çarçoveya xebatê de wê ava bendava Alparslan-2’yê li navenda bajêr, 8 bajarok û 41 gundan bê belavkirin. Li gorî planê wê proje heta 2-3 salan temam bibe.

Li Muşê bi salan e pirsgirêka ava vexwarinê heye.

Ji bona vê dewletê biryar da ku ava bendava Alparslan-2yê ji bo bajêr û bajarokan bê bikaranîn.

Li gorî biryarê projeyek hat amadekirin û 200 milyon lîre hat veqetandin.

Ava bendavê piştî hat paqijkirin wê li navenda bajêr, 8 bajarok û 41 gundan bê belavkirin.

Welatî him ji bo kar him jî ji bo xebata avê kêfxweş in.

Li gorî planê wê proje heta 2-3 salan temam bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE