Li Muşê her kes li benda xizmeta nanê şaredariyê bû. Şaredariya Muşê dest bi xizmeta nanê erzan û xweş kir. Êdî li 8 deverên bajêr nanê erzan tê firotin. Welatî ji xizmetê memnûn in.
Li Muşê heta niha xizmeta nanê şaredariyê tune bû.
Lê Şaredariyê biryar da ku dest bi xizmeta nanê erzan û xweş bike.
Ji bo vê jî pêşî fabrîqeya nan hat avakirin û li 8 deverên cuda yên bajêr cihên firotinê hatin çêkirin.
Xebatkarên fabrîqeyê dest bi xebatê kirin û êdî li gelek cihan nanê şaredariyê tê firotin.
Welatiyên bajêr ji ber xizmetê memnûn in û dibêjin ku ev nan ji nanên din xweştir e.
Şaredarî 210 gram nanî bi lîreyekî dide û tê gotin ku rojê nêzî 8 hezar nan tên firotin.