Li Muşê xortekî Sûriyeyî bi navê Mahmut Tebaş (17) di çemê Mûradê de xeniqî.
Tebaşê ku nêzîkî gundê Muratgorenê bi mebesta hênikbûnê xwe berda çemê Mûradê, piştî maweyekê ji çavan wenda bû. Welatiyên ku bi rewşê hisiyan xeber dan cendirmeyê.
Cendirme, AFAD û xozneberên polîs ên li Tetwana navçeya Bidlîsê hatin cihê bûyerê û dest bi lêgerîna xortê navborî kirin.
Xozneberên polîs cesedê Tebaş ji avê der xistin.