Li gundên Korkuta navçeya Mûşê her sal di Eyda Qurbanê da "helîse" tê çêkirin û didin mêvanên ji bona pîrozkirina eydê tên.
Li gundên beldeya Altinovayê ji berê da "helîse" tê çêkirin. Helîse bi genim û goştê bêhestî tê çêkirin û rûnê mala li serê dikin.
Cevdet Yonerê mele diyar kir ji berê da li gundan ji bona eydê helîse tê çêkirin û wiha got: "Piştî nimêja eydê helîse didin mêvanan. Helîseya di tendûrê de tê pehtin ji dîzkan derdixin û dikin firaqan. Peyra rûnê mala yê sorkirî li serê dikin. Helîse taybetî ji bona eydê tê çêkirin. Ji bav û kalên berê da ev xwarin tê çêkirin."
AA