Li Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê qerebalixiya ziyaretvanan

Perçeyên mozaîka keçika qereçî piştî 52 sal şûnda ji Amerîkayê îadeyî Tirkiyeyê kirin û 12 perçeyên wê jî di muzeyê da tên pêşandin. Muze di biharê da bala turîstan dikişîne.

Li Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê qerebalixiya ziyaretvanan

Muzeya Mozaîk a Zeugmayê ya Gazîentabê li rûyê dinyê ji muzeyên mozaîkê yên herî mezin yek e û berhema "Keçika Qereçî" di vê muzeyê da ye. Van rojana li muzeyê qerebalixiya ziyaretvanan heye.

Muze li Gazîentabê 25 hezar jê ser girtî li qadeke 30 hezar metreqereyî hat avakirin û di nav cihên ku turîstên xwemalî û biyanî herî zêde eleqeyê nîşan didin da ji cihên sereke yek e. "Keçika Qereçî", "Peykerê Marsê", kaniyên dewra Romayê û mozaîkên vîllayên kêleka Çemê Feratê di vê muzeyê da tên pêşandin.

Perçeyên mozaîka keçika qereçî piştî 52 sal şûnda ji Amerîkayê îadeyî Tirkiyeyê kirin û 12 perçeyên wê jî di muzeyê da tên pêşandin. Muze di biharê da bala turîstan dikişîne.

Midûrê Muzeyê Omer Çomak ji nûçegihanê AAyê ra got ku bi hatina biharê ra qerebalixî çêbû.

Çomak diyar kir, sezona turîzmê wê meha pêş vebe, lê ji niha va qerebalixî çêbû û wiha dewam kir: "Bi taybetî îro serê sibehê em pir kêfxweş bûn. 5 otobêsên tûrê yên turîstên Îspanyol hatin. Dîsa ji Bulxaristanê turîst hatin. Bi taybetî biyanî eleqeyeke mezin nîşan didin. Em pê kêfxweş dibin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE