Li muzeyeke Filistînê wêneyê eskerê dawîn ê Osmaniyan

Wêneyê eskerê dawîn ê Osmaniyan Onbaşî Hesen li muzeyeke Filistînê hat dîtin

Li muzeyeke Filistînê wêneyê eskerê dawîn ê Osmaniyan

Eskerekî Osmaniyan ê bi navê Hesen ê ji Îdirê piştî hilweşîna Dewleta Osmaniyan jî terka Qudsê nekir, heta wefata xwe ya sala 1982yan li Mescîda Eqsayê nobedariya xwe domand. Wêneyê onbaşî Hesen li muzeyeke Filistînê hat dîtin.

Di dema Osmaniyan da artêşa Osmaniyan dema ji herêmê vekişiya ji bo ku li wan herêman talan û şêlandin çênebin 53 eskerên xwe li wê derê hişt ku ji wan yek jî Onbaşî Hesen bû.

Navê Hesen di nav kal û pîrên li Qudsa Rojhilat dijîn da hê jî tê bibîranîn.

Serokê Heyeta Îslamî ya Payebilind a Qudsê û Xetîbê Mescîda Eqsayê Îkrîme Sabrî (80) ji wan kesan yek e ku Onbaşî Hesen dîtiye.

Şêx Sebrî wêneyê Onbaşî Hesen nihêrî û got ev wêneyê wî ye.

 "Ew sembola dilsoziyê bû"

Şêx Sebrî anî ziman Onbaşî Hesen ji 1917an heta 1982an li Qudsê maye û wiha axivî: "Ji ber şerê Dinyayê ya Yekemîn Mescîda Eqsayê wê demê mehzûn bû. Osmanî têk çûbûn û Quds hatibû dagirkirin. Onbaşî Hesen her nimêja sibê dihat Eqsayê heta nimêja eşayê li wir dima û nobedariya wir dikir. Ew sembola dilsozî û xwebexşandinê bû."

Der barê qebra Onbaşî Hesen da Şêx Sebrî got ew nizane ku ew li ku hatiye definkirin.

 Reha Ermumcu cara ewil wêneyê Onbaşî Hesen bi dest xist

Midûrê Navenda Çanda Tirkan a Qudsê ya Enstîtûya Yunus Emreyê Reha Ermumcu cara ewil wêneyê Onbaşî Hesen a li Muzeya El Mîntarê ya li bajarê Tulkerma Şerîaya Rojava derxist holê.

Ermumcu got wan ev wêne bitesadûfî ji muzeyeke şexsî bi dest xistiye. 

Ermumcu diyar kir ku Şaredariya Tulkermê û Enstîtuya Yunus Emre bi hev ra li Tulkerma bajarê Şerîeya Rojava pêşangeheke wêneyan vekir, bi saya vê pêşangehê wî xwediyê muzeya ku wêneya Onbaşî Hesen tê da ye, nas kir û wiha dewam kir, "Ev karsazê Filistînî Bessam Bedran e û me di muzeya Bedran da wêne dît."

Ermumcu got ku wî paşê li Qudsa Rohilat wêne nîşanî navsereyên bajêr da û wan jî piştrast kir ku kesê di wêneyê da Onbaşî Hesen e.

Xebata lêgerîna qebra wî dewam dike

Ermumcu diyar kir ku Onbaşî Hesen li Qudsê wefat kiriye, lê nayê zanîn bê ka li ku hatiye definkirin û wiha dewam kir, "Em wek miqamên Tirk seba dîtina cihê definkirina Onbaşî Hesen xebatên xwe didomînin."

Bessam Bedranê xwediyê muzeya ku wêneya Onbaşî Hesen tê da ye got ku divê meriv ji çîroka Onbaşî Hesen ders hilde, ev eskerê Osmaniyan ê dawîn sembolekî Îslamî ye ku Mescida Eqsayê, Quds û Filistîn parastiye. 

Bedran got ku wi çîroka Onbaşî Hesen ji hemû xwendekarên ku tên muzeyê ra behs dike û wiha axivî: "Ka me çawa hûrmetê nîşanê kesên ku Mescîda Eqsa parastine, em heman hûrmetê nîşan Onbaşî Hesen jî didin. Divê hemû Filistinî jî hûrmetê nîşanî vê zilamê girîng bidin."

Çîroka Onbaşî Hesen cara ewil Îlhan Bardakçi nivîsandibû

Li Tirkiyeyê cara ewil Îlhan Bardakçiyê rojnamevanl çîroka Onbaşî Hesen nivîsandibû. Bardakçi di sala 1972an bi lijneyekê va diçe Qudsê û wê çaxê vî eskerî Osmanî ferq dike. Bardakçi der barê mijarê da wiha dibêje: 

"Em di dema ku li hewşa Mescîda Eqsayê digeriyan kalekî 90 salî bala min kişand. Li ser wî unîformeyeke leşkerî ya kevn hebû. Li ser cilên wî pîne hebûn. Li ser piyên xwe disekîni.  Ez şaş û metal mabûm. Min dilê xwe da got 'ev zilamê kal li vê germê li vir çi dike.' Min ji rêberê xwe pirs kir. Gote min 'ev kal her roj tê vê derê û heta evarê ji vir naçe.' Bi tu kesî ra naaxive û tu kesî jî guhdar nake. Ev kes Onbaşî Hesen bû."

Bardakçi paşê bêhnekê çîroka wî Onbaşî Hesen guhdar dike û wiha behs dike:

"Ez, Artêşa Osmanî, Şaxartêşa 20emîn, Tabûra 36emîn, Yekeya 8emîn, Fermandarê Tîma Tifinga Giran a Bimakîne ya 11emîn Onbaşî Hesen im. Ez Onbaşî Hesenê Îdirî me. Yekeya me di Herba Cihanê da ji Eniya Qenalê êrîşî Îngilizan kir. Artêşa dilê min li Qenalê têk çû. Vekişîn êdî ferz bû. Xaka yadîgarê ecdadê me, yek bi yek ji dest derdiket. Îngilizan paşê nêzîkî Qudsê bûn û bajêr dagir kir. Em jî li Qudsê wekî yekeya dûmayîk hatin hiştin. Yekeya me 53 nefer bûn. Xeber hat ku piştî mitarekeyê (Agirbesta Mondorosê) artêş hat terxîskirin. Li ser serê me yuzbaşî hebû. Got 'Şêrên min, dewleta me di tengasiyê da ye. Artêşa me ya xwedî şan terxîs dikin, gazî min dikin ku biçim Stenbolê. Divê ez biçim, heger na ev dê were wateya bêîteatiyê û binpêkirina peymanê. Ji we yên ku dixwazin dikarin biçin memleketê xwe, lêbelê heger hûn guhê xwe bidin min, daxwazeke min ji we heye. Quds ji Hezretê Sultan Selîm Xan ji me ra yadîgar maye. Hûn li vê derê nobedê bidomînin. Osmanî jî qibleya yekemîn a Efendiyê me yê Kaînatê biterikîne, dê ji bo gawir bibe roja cejnê. Hûn şerefa Îslamê û şana Osmaniyan nexin binê piyan'. Yekeya me li Qudsê ma û dû ra piştî salên dûdirêj di carekê da xilas bû. Birayên di yekeyê da yek bi yek çûn ber rehma Xwedê. Ne dijmin, salan em xwarin xilaskirin. Tenê ez mam li van deran. Bi tenê ez, Onbaşî Hesen li vê Qudsa mezin mam." 

Bardakçi wiha behsê dike ku xebera wefata Onbaşî Hesen çawa gihîşt wî:

"Sala 1982yan rojekê gava ez hatim ajansê, gotin telgrafeke te heye. Ji rêber (yê li Qudsê) bi tenê hevokek nivîsî bû: Eskerê Osmanî yê dawîn ê li ber Mescida Eqsayê îro mir."

ÎHH Weqfa Alîkariya Mirovî jî navê Onbaşî Hesen dabû mizgefta ku sala 2017an li Xezeyê çêkiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE