Li nava gund înternet nakşîne

Xwendekar her roj ji bo înternetê hildikişin ser gir

Li nava gund înternet nakşîne

Li navenda gundê klavîna Adiyamanê înternet nakşîne. Xwendekar ji bona bigihêjin înternetê hildikişin ser girekî nêzî gund û wisa li dersên xwe yên EBA’yê temaşe dikin. Xwendekar bangî rayedaran dikin û dibêjin bila înternet were gundê me jî.

Hin ji wan hêj diçin dibistana seretayî hin ji wan jî xwendekarên zanîngehê ne.

Ji ber şewba koronayê îsal bi milyonan xwendekar bi înternetê dersên xwe dişopînin.

Lê li gundê Klavîsê yê bi ser Kolikê ve, înternet nakişîne û xwendekar ji bo bigihêjin înternetê her roj hildikişin ser vî girî.

Lê pêşiya me zivistan e û xwendekar di fikarê de ne

Dibêjin vê gavê temam; lê em ê zivistanê di wê sermayê de çi bikin.

Xwendekarên gundê Klavîsê bi tenê dixwazin înternet were gund û ew jî wekî hevalên xwe bi telefon an jî compîturê li malê li dersên xwe binêrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE