Li "Navçeya Aram" Xelfetiyê turîzm geş bû

Alîkarê Serokê Koperatîfa Pêşvabirina Turîzma Xelfetiyê Numan Kilinç got navçeya ku 22 sal berê di binê avê da ma debar bi turîzmê va tê kirin.

Li "Navçeya Aram" Xelfetiyê turîzm geş bû

Li Xelfetiya navçeya Rihayê ya ku bûye wek bajarekî qeraxê û bi destê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê li ser tora "bajarê aram" hatiye zêdekirin coş û xiroşa turîzmê dest pê kir.

Xelfetiya ku beşeke wê di binê ava Bendava Bîrecîkê da maye û ji ber taybetiya wê ya aram, bi destê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da li ser tora "bajarê aram" hatiye zêdekirin bi malên kevir ên dîrokî û bedewiyên xwezayî va bala turîstan dikişîne.

Kesên biyanî û herêmî tên Xelfetiyê bigerin ku bi hatina biharê va ev der niha bêtir qerebalix e.

 "Di gulanê da hemû rezervasyonên me temam bûn"

Alîkarê Serokê Koperatîfa Pêşvabirina Turîzma Xelfetiyê Numan Kilinç got navçeya ku 22 sal berê di binê avê da ma debar bi turîzmê va tê kirin.

Kilinç got li navçeyê 50 keştiyên gerê hene û wiha axivî: "Ji roja ewil ya eydê pê va di meha gulanê da hemû rezervasyonên me temam bûn. Em dixwazin mêvanên me yên ku wê bên vir bila beriya hatinê rezervasyonên xwe bikin, lewra pir qerebalix e. Înşallah meha gulan û hezîranê ji bo turîzmê wê baş derbas be. Ji ber pandemiyê 2 sal bû wek hemû dinyayê li welatê me jî zehmetî çêbûn. Ji ber ku welatî di nîsanê da rojiyê digirin zêdetir di gulanê da diçin gerê."

Turizm Serokê Komiteya Turîzmê ya Şanliurfayê Mehmet Kamîl Turkmen jî got Xelfetî her ku diçe ji hêla turîzmê va geş dibe, ji ber ku bêtir pêşva here werzîşa trekkîng û noqvaniyê jî divê bê kirin.

Turkmen got li Xelfetiyê gula reş û simbilên Mezopotamyayê jî hene û wiha axivî: "Xelfetî li kêleka Gazîentabê û nava Şanliurfayyê ye ku bi çanda xwe ya gastronomiyê va jî pêşva diçe. Bi taybetî xwarinên bi fêkiyan va hatine çêkirin tên belavkirin ku ev jî bala merivan dikşîne. Bi mihrîcan û rêyên cuda va turîzma Xelfetiyê tena serê xwe di turîzmê da cihekî xurt e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE