Li navçeya Sûrê  "Festîvala riya çandê"

Bi festîvalê wê çand û dîroka Diyarbekirê were nasandin 

Li navçeya Sûrê  "Festîvala riya çandê"

Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê piştî siyaseta çal û xendekan, ji nû ve hat avakirin. li bajarê qedîm wê mihrîcana rêya çandê bê lidarxistin. 

Şaristanî, çand û dîroka Diyarbekirê wê bi mihrîcanê were nasandin. 

Wezareta Çand û Tûrîzmê îsal 'Mihrîcana Rêya Çandê' li navçeya Sûrê li dar dixe. 

Ji bo şahiyên rengîn û dewlemend, amadehiyan dest pê kir. 

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Misbah Demircan û heyeta pê re bi Walî Alî Îhsan Sû, nûnerên saziyên sivîl û pisporên turîzmê re civiyan.   

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mi̇sbah Demi̇rcan: “Bi baweriya min, em ê bi rêya festîvalê, mîrateya çandî ya Diyarbekirê bi cîhanê bidin nasîn. Ev festîval ji bo Diyarbekirê giring e. Em ê di her warê çandî de şahiyên pir xweş û taybet li dar bixin 

Tê plankirin ku mihrîcan 9 rojan dewam bike. Di festîvalê de bernameyên; edebiyat, gastronomî, şano û sînemayê dê werin lidarxistin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE