Li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê berfa ewil a demsalê barî

Li ser tepa Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeya ku li Sarıkamışa navçeya Karsê ye û li Türkiyeyê ji navendên turîzma zivistanê yên girîng yek e, berfa ewil a demsalê barî.

Li Sarıkamışê ku bi daristanên Sariçamê û xweşikahiyên xwe yên siruştî tê zanîn û van rojana bi hemû rengên payîzê va xemilî ye, serê sibê li navendê baran, li deverên bilind jî berf barî.

Piştî barîna berfê tepa Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ku 2 hezar û 634 raqim bilind e, di binê berfê da spî bû.

Navend ji navendên girîng ên turîzma zivistanê yek e. Bi pîstên xwe yên dirêj û ewle, derfetên xwe yên mayînê va her sal mazûvaniya hezaran turîstên xwecî û biyanî dike.

Berfa ku li Cibiltepeyê barî, turîzmkarên ku beriya zivistanê amadehiyên sezona nû kir, kêfxweş kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE