Li Navenda Kaşûnê ya li Hekariyê wê otel bê çêkirin

Ji bo çêkirina otelela ku wê 100 mezel were çêkirin, di navbera Walîtiya Hekariyê û Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) protokol hat îmzekirin

Li Navenda Kaşûnê ya li Hekariyê wê otel bê çêkirin

Li Hekariyê wê li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a ku ji behrê 2 hezar û 800 mêtro bilinde otelek wê bê çêkirin. 

Ji bo çêkirina otelela ku wê 100 mezel were çêkirin, di navbera Walîtiya Hekariyê û Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) protokol hat îmzekirin. 

Otel wê di çarçoveya projeya "Hekarî bi xêra turîzma kaşûnê pêşvediçe" da tê çêkirin. 

Walî Îdrîs Akbiyik piştî merasîma îmzeyê daxuyanî da û got ku bi saya projeyê pirsgirêka turîstên ji bo kaşûnê tên herêmê wê ji holê rabe û wiha got:

"Beriya vê jî dîsa bi saya DAKAyê me dirêjehiya pîsta navenda kaşûna me derxistibû 3 hezar û 200 mêtroyê. Projeya me telesîyejê jî ji sedî 95an temam bibû. Li herêmê potansiyeleke baş heye. Li Tirkiyeyê berf herî zêde li vê derê li ser erdê dimîne. Werzîşkarên dixwazin dikarin heta 6 mehan kaşûnê bikin. Ji Îran, Iraqê û ji bajarên derûdorê eleqeyeke mezin heye. Me par li herêmê Mihrîcana Berfê li dar xist. Me zêde deng nekir lê dîsa jî qasî 10 hezar mirov hatin bajêr. Bi saya vê projeyê em ê înşellah pirsgirêka otelê jî çareser bikin."

Piştî axaftin qediyan Walî Akbiyik û Sekreterê Giştî yê DAKAyê Halîl Îbrahim Guray protokola projeyê îmze kirin. 

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE