Her çiqas bihar hatibe jî kesên ji bo şiqitandinê diçin Palandoken û Cibiltepeya navendên şiqitandinê kêfxweş in ku bi têra xwe berf heye û ew xwe dişiqîtinin.
Li navenda şiqitandinê ya Palandokena Erziromê qalindahiya berfê gihîştiye 116 santîmêtroyan. Her çiqas bihar hatibe jî berfa navendê hê nehaliyaye.
Ziyaretvanên diçin navendê bi xizak û amûrên şiqitandinê va xwe dişiqitînin û dema xwe xweş derbas dikin.
Malbatên bi zarokên xwe va tên navendê dîmenên rengîn derdixin holê.
- Li Cibiltepeyê qalindahiya berfê mêtroyekî zêdetir e
Li navenda şiqitandinê ya Cibiltepeya li ser Sarîqamîşa navçeya Qersê ye welatî di biharê da kêfa şiqitandinê dikin.
Li Cibiltepeyê qalindahiya berfê mêtroyekî zêdetir e, turîstên herêmî û biyanî hê jî diçin navendê ku xwe bişiqitînin.
Midûrê Giştî yê Otela Çamkarê Kemal Sonmez ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal sezona şiqitandinê dewam dike û wiha axivî: "Rêjeya me ya tijebûnê ji sedî 100 heta ji sedî 60-70ê daket. Ev kêmbûn normal e, lewra em gihîştin dawiya adarê, lê li gor texmîna min ewê wiha dewam bike, heta meha nîsanê."
AA