Li Nemrûda ku jê ra dibêje "mala min" 48 sal e notirvaniya xwebexş dike

"Ez ji hemû ziyaretvanên tên vir ra dibêjim zibil nevêjin erdê, lê hinek guh nadinê. Zibilê xwe datînin aliyekî û diçin. Daristan qirêj dibe. Ji ber vê ez zehf li ber xwe dikevim"

Li Nemrûda ku jê ra dibêje "mala min" 48 sal e notirvaniya xwebexş dike

Musa Selgiyê 72 salî yê xelkê gundê Serinbayira Xelata navçeya Bidlîsê, li Nemrûda ku jê ra dibêje "mala min" 48 sal e bi awayekî xwebexş notirvaniyê dike û di paqijkirin û parastina deverê da dibe xwedîked.

Selgiyê ku dema zarok bû, digel bavê xwe ji bo berhevkirina şaxên daran û her wiha qirş û qalan diçû Çiyayê Nemrûdê, bû hejmetkarê deverê.

Selgi hema hema her roj ji gundê xwe yê 20 kîlometre dûr, çû Nemrûdê û xwest ku her derê herêmê nas bike.

Selgiyê ku herêm bi ziyaretvanên xwemalî û biyanî da naskirin, sala 1987an li ser pêşniyaza eskerekî birutbe yê ku li vir nas kir, dest bi çêkirin û firotina çay kir.

Selgi her wisa bi qasî 20 sal berê jî ocaxa xwe ya çay dewrî kurê xwe kir. Lêbelê digel vê jî destê wî ji Nemrûdê nebû ku ji zaroktiya xwe û vir va peywendiyeke hestiyarî pê ra daniye. Selgi digel salên xwe yên zêde, bi eşq û şewq notirvaniya deverê dike, zibil berhev dike û însanan hişyar dike ku dorhêlê qirêj nekin.

Selgi di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, berê ji ber ku rê tunebû, kêm kes dihatin ziyareta Nemrûdê û wiha dewam kir:

"Wesayît nikaribûn derkevin. Em bi tenê an bi erebeya ga an jî bi traktorê dihatin. Carinan di heman rojê da me nikaribû em vegerin, me şeva xwe li vir derbas dikir. Ev der ciyekî mîna cinetê ye. Kê tê dibîne, heyran û hejmetkar dimîne."

Selgi diyar kir, ew li deverê timî zibil berhev dike û daran diparêze û wiha got, "Zêdeyî nîvê emrê min li vir derbas bû. Ev der mîna mala min e. Zarokên min li vir çay difiroşin. Ez êdî kal bûme lê dîsa jî ez xwedî li deverê derdikevim. Ez kîngê bêhnteng dibim jî têm vir û li vir bêhna min dertê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE