Li Çiyayê Nemrudê yê li Kahtaya navçeya Adiyemanê yê ku di nav Lîsteya Mîrata Çandê ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre rê ji berfê hatin paqijkirin û piştî vê sezona turîzmê dest pê kir.
Ekîbên Şaxa Adiyemanê ya Midûriyeta Herêma 8an a Rêbejayê bi makîneya rêya Çiyayê Nemrudê bi tevahî vekirin.
Mustafa Ekînciyê Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr li dewsa xebatê lêkolîn kir û diyar kir ku du hefte ye ekîb xebatên vekirina rê didomînin û wiha xivî:
"Îsal zivistan bi zor û zehmetî derbas bû lêgel vê me rêya Çiyayê Nemrudê ji ziyaretvanan ra vekir. Deriyê Çiyayê Nemrudê ji ziyaretvanan ra hat vekirin. Gelek kesên dixwazin halê bi berf ê Çiyayê Nemrudê û pêykeran bibînin dest bi ziyaretê kirin. Tûrên vê derê dest pê kirin. Herî zêde ziyaretvan ew ê îsal werin vê derê. Lewra ji niha va otelên vê derê tijî bûn û rezervasyon hatin kirin."
Asuman Şahînkayaya ku diyar kir ji Denizliyê hatiye ziyareta Çiyayê Nemrudê got cara ewil çiyê dibîne û gelekî kêfxweş bûye.
Sude Parê jî destnîşan kir ku cara ewil derdikeve ciyekî wiha bi berf û bilind û gelekî ji vê derê hez kir.
Seda Gençoguzê jî got piştî meşeke dirêj derketin Çiyayê Nemrudê, dibê her kes ê derê bibîne û ev dera gelekî xweş e.