Li nexweşxaneya zanîngeha Vanê ji bo zarokên tedawî dibin projeya mixazeyê hat meşandin. Bi vê projeyê li nexweşxaneyê mixazeya pêlîstok, cil û bergan hat vekirin. Kel û pelên vir didin zarokên ku tedawî dibin û hewcedar in.
Li Nexweşxaneya Zanîngeha Vanê ji bo dilê zarok û malbatan xweş bibe projeyek hat meşandin.
Li nexweşxaneyê mixazeya pêlîstok, cil û bergan hat vekirin.
Kesên xêrxwaz van melzemeyan temîn dikin, berpirsên vir jî wan diyarî zarokan dikin.
Malbatên ku zarokên wan tedawî dibin bi vê xizmetê gelek kêfxweş in.
Wisa xuya dike ku ev xizmet wê ji bo nexweşxaneyên din jî bibe mînak.