Li nexweşxaneyê pêşaneya wêneyan

Bijîşk Abdül Ridvan Kulu bi wêneyên xwe yên salan pêşangehek vekir

Li nexweşxaneyê pêşaneya wêneyan

Op. Dr. Abdül Ridvan Kulu, li nexweşxaneya dewletê ya tetwana Bitlisê dixebite. Lê kulu ji bilî bijîşkiyê hunera wênekêşiyê jî dike. Kulu bi weneyên ku li gelek deverên Bitlisê girtibûn, li nexweşxaneyê pêşanxaneyek vekir.

Gelek bijîşk ji bilî karê xwe, xebatên din ên hunerî jî dikin.

Yek ji wan bijîşkan jî Op. Dr. Abdül Ridvan Kulu ye.

Bijîşk Kulu ji Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwana Bitlisê dixebite.

Lê Kulu li herêma Serhedê dever bi dever digere û wêneyên cur bi cur digire.

Piştî wextekî jî Kulu xwest bi van wêneyên xwe pêşanxaneyekê veke.

Di vê çarçoveyê de bi wêneyên bijîşk Kulu li nexweşxaneya dewletê pêşanxaneyek hat vekirin.

Him xebatkarên nexweşxaneyê, him jî welatî eleqeyê nîşanî vê pêşaneyê didin.

Abdül Ridvan Kulu bi vê xebata xwe ji bijîşkên din re jî bû mînak.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE