Li Niğdeyê otobês wergeriya: 3 mirî, 41 birîndar

Li Niğdeyê otobês wergeriya û 3 kes tê da mirin 41 kes birîndar bûn

Li Niğdeyê otobês wergeriya: 3 mirî, 41 birîndar

Li Nîgdeyê otobês wergeriya, 3 kes tê da mirin, 41 kes birîndar bûn.

Otobêsa ku ji Edeneyê diçû Konyayê, nasnameya şofêrê wê hê nehatiye kifşkirin û plaqeya wê 41 C 0641 e, di Otorêya Edene-Nîgdeyê da li texma gundê Guneyê ji kontrolê derket û wergeriya şarampolê.

Li ser êxbarê gelek ekîbên polês, cendirme, îtfaiye, tenduristî, AFAD û UMKEyê sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê da 3 kes mirin, 5 jê giran 41 kes birîndar bûn.

Waliyê Nîgdeyê Mustafa Koç hat cihê qezayê, agahî hilda û paşê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û wiha dewam kir, "Otobêsa fîrmayeke taybet ji Edeneyê ciwanên me dianîn aliyê Konyayê. Otobês dora saet 4an li texma gundê Guneyê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin qeza kiriye. Mixabin di qezayê da 3 welatiyên me mirine, 41 welatiyên me jî birîndar bûne."

Koç daxuyand ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Nîgde, Bor, Ereglî û Ulukişlayê û wiha dewam kir, "Bûyereke xembar e. Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên ku mirin, bike, Xwedê şifayê ji birîndarên me ra bişîne. Piraniya birîndaran xwendekarên Zanîngeha Selçukê ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE