Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê kesê ku di bin traktorê de ma canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan traktora ku Muzaffer Çakir (37) diajot ku hê plaqeya wê nehatiye hînbûn li taxa Odabaşiyê qulibî.
Di qezayê de ajovan di bin traktorê de ma û bi giranî birîndar bû.
Ekîbên Servîsa Acil a 112ê Çakir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.