Li Nisêbînê xebata çêkirina du pireyên li ser Çemê Çaxçaxê dewam dike

Li Nisêbînê xebata çêkirina du pireyên li ser Çemê Çaxçaxê dewam dike

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê betonên tabliyeyê yên du pireyên ku li ser Çemê Çaxçaxê tên çêkirin berdan.

Çêkirina du pireyên ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Nisêbînê ava dike dewam dike.

Piştî xîmên du pireyên ku ji bo gihandina navenda navçeyê gelekî girîng e kêranên jor ên pireyan hatin danîn. Piştî gihanekên hatin çêkirin betonên tabliyeyê yên herdu pireyan hatin berdan.

Hat diyarkirin ku dê di rojên pêş me da dest bi çêkirina rêyên gihanekê yên pireyên ku dê taxên Ebdulqadir Paşa û Feratê bigihîne Taxa Devrîmê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE