Li Nîjeryayê ji xwendekarên keçik yên revandî 279 kes hatin xilaskirin

 Li Zamfaraya eyaleta Nîjeryayê ji xwendekarên keçika yên di 26ê Sibatê bi destê kesên çekdar hatibûn revandin 279 kes hatin xilaskirin.

Waliyê Zamfarayê Bello Mihemed Matawalle di daxuyaniya xwe da diyar kir ji xwendekarên keçik yên li herêma Jangebeyê hatibûn revandin 279 xwendekar hatine xilaskirin û rewşa xwendekaran baş e.

Matawalle der barê şiklê xilaskirina xwendekaran da agahî neda.

Li gor agahiyan xebatên ji bona xilaskirina 31 xwendekarên din didome.

Kesên çekdar 26ê Sibatê li Jangebeya herêma eyaleta Zamfarayê bi destê sibehê bi ser lîseya keçikan da girtibûn û 317 xwendekar revandibûn.

Di êrîşê da 7 xwendekarên keçik jî revîbûn û xwe xilas kiribûn.

Matawalle diyar kiribû ku hikûmetê ji bona berdana xwendekaran fîdyeyê nede.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE