Rêxistina terorî PKK/YPG’ê kiribû ku li Nisêbînê meriv nikaribe biçe ber sînor. Lê piştî operasyona kaniya aştiyê, li dora sînor rewş gelekî aram bû. Şêniyê navçeyê êdî bi rehetî derdikeve kûçe û kolanan, karê xwe dike.
Rêxistina terorî PKK/YPGê êrîşî navçe û bajarên Tirkiyê yê li ser sînor kir.
Hewanên terorîstan li Nisêbîna Mêrdînê li mal û kargehan ketin, gelek sivîl şehîd bûn…
Piştî operasyona serkeftî ya Kaniya Aştiyê, sînor niha zahf aram e…
Welatîyên ku ji ber rêxistina terorî PKK/YPGê ji mal û warê xwe derketibûn, niha dîzivirin…
Esnafên navçeyê jî dikanên xwe vekirin û wan dest bi danûstendinê kir.
Nisêbîn her ku diçe aramtir dibe.