Li Mehserta Navçeya Mêrdînê, bi piştgiriya şaredariyê 300 donim erazî ji bo çandina lewanteyan hat amadekirin. 24 jin wê li vir lewanteyan biçinin, pê debara xwe bikin.
Şaredariya Mehserta Mêrdînê bi piştgiriya Wezareta Malbat û Xebatên Civakî û Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê projeya çandiniya lewanteyan da destpêkirin.
Ji bo çandiniya lewanteyan eraziyekî 300 donimî hat amadekirin.
Li vî eraziyî 24 jinên bajêr wê lewanteyan biçinin.
Ew ê lewanteyan bifroşin, pê debara mala xwe bikin.
Ev yek wê him pişt bide aboriyê him jî tûrîzma bajêr wê bi pêş bikeve.