Li Ömerliyê hewla parastina meslekên berê

Şaredariyê sûka kevin restore kir û tê de hosteyên karên berê bi cih dike.

Li Ömerliyê hewla parastina meslekên berê

Şaredariya Ömerliya Mardinê sûka kevin restore kir. Niha jî dikan yek bi yek tên teslîmkirin. Lê şaredarî dixwaze meslekên berê û hosteyên wan jî werin parastin. Ji bo vê jî hin cih ji bo meslekên berê tên veqetandin.

Ömerliya Mardinê navçeyeke gelek kevin e.

Tê de gelek berhemên dîrokî û pîşeyên berê hene.

Şaredariya Ömerliyê ji bo parastina meslekên berê xebatek da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê de li sûka ku hate restorekirin, hin cih ji bo meslekên berê û hosteyên wan hatin veqetandin.

Yek ji wan meslekan jî hostetiya kurtanan e.

Mesut İldoğanê 60 salî jî li Mehsertê yekane hosteyê kurtanan e.

İldoğan ji bo mesleka xwe bike û hînî nifşên nû bike, di dikaneke restorekirî de hate bicihkirin.

Hosteyê kurtanan niha li benda şagirtên xwe ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE