Li Çaybaşiya navçeya Orduyê taviya baranê tesîreke neyinî li ser jiyanê kir û hin kargeh û mal di bin avê de man.
Piştî taviya ku danê sibê li navçeyê dest pê kir gelek kûçe û kolan di bin avê de man û bi taybetî li navenda navçeyê gelekî baran bariya û ajokar û welatiyan zehmetî kişandin.
Ekîbên Şaredariya Mezin a Orduyê û Çaybaşiyê li cihên ku lê lehî çêbû dest bi xebatên tespîtkirina xisarê kirin.
Şaredarê Çaybaşiyê Îsmet Yanik bi ekîban re li sehayê lêkolîn kir.
Yanik daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku şaredariyê hemû ekîbên xwe seferber kirin.
Îsmet Yanik diyar kir ku li temamiya 20 taxên li navçeyê tesîra baranê çêbû û got bila canê niştecihên Çaybaşiyê sax be û derbasî be.
AA