Li Ovacikê gundî li ser berfê alif didin heywanên xwe

Piştî berfa ku li Ovacikê barî, dar û beran qiravî girt, çem û robar qerisîn qalindahiya berfê jî li hin gundan gihîşt mêtroyekê.

Li Ovacikê gundî li ser berfê alif didin heywanên xwe

Li Ovacika navçeya Tunceliyê gundiyên heywanan xwedî dikin vê zivistana sar li ser berfê alif didin heywanên xwe.

Piştî berfa ku li Ovacikê barî, dar û beran qiravî girt, çem û robar qerisîn qalindahiya berfê jî li hin gundan gihîşt mêtroyekê.

Gundiyên heywanan xwedî dikin berfa li ber mal û tewleyên xwe paqij dikin, ka û gihayê havînê berhev kirine li ser berfê didin heywanên xwe.

Hin gundî jî ji bo ku gîhayê wan heta dawiya zivistanê têrê bike bizinên xwe dibin nav daristanê.

Rêwîtiya gundiyan ya bi bizinan va dîmenên xweş derdixin holê.

Îbrahîm Guneşê li gundê Kizikê dijî daxuyand ew debara xwe bi xwedîkirina heywanan va dikin û wiha axivî: "Li vir zivistan zehmet derbas dibe. Di meha mijdar û çileya pêşîn da berf dibare. Zivistanê mera bi berfê girtîne û xwedîkirina heywanan jî di tewleyê da zehmet e. Ji ber ku cihê me tune em li ser berfê kayê didin heywanan an jî em wan dibin daristanê. Mereka me jî ji ber ku dûrî tewlê ye kişandina gîha û onceyê zehmet e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE