Li Ovacikê hemû rengên biharê di heman kadrajê da ye

Navçeya ku salê bi qasî 5 mehan di bin berfê da ye, bi germbûna dinyayê ra ger û gelî, deşt û çiya bi rengên biharê xemilîn.

Li Ovacikê hemû rengên biharê di heman kadrajê da ye

Li Ovacika navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra kulîlkên rengbireng vekirin û çem û newal bi ava berfa dihele gur bûn.

Navçeya raqim 1500 a ku dikeve navbera çiyayên asê û bi bedewiyên xwe yên xwezayî, dîrokî û çandî va derdikeve pêş, her sal gelek turîstên xwemalî û biyanî diezimîne.

Navçeya ku salê bi qasî 5 mehan di bin berfê da ye, bi germbûna dinyayê ra ger û gelî, deşt û çiya bi rengên biharê xemilîn.

Bi hatina biharê ra li navçeyê kulîlkên rengbireng ên wekî qalçîçek, pîvok, simbil û nêrgizan vekirin.

Ziyaretvanên ku ji bo rojekê tên gerê, li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Çaviyên Munzurê, Karagol, Golên Histirê, Sûlavên Kirkmerdivenê digerin û wêneyan dikişînin.

Ziyaretvan Murat Gunduz diyar kir, ji bo dîtin û gera xwezayê ew ji navenda parêzgehê hat navçeya Ovacikê.

Gunduz bal kişand, bi berfhelînê ra navçe pir sipehî bû û wiha dewam kir, "Bi salan e em wêneyên siruşta vê navçeyê dikişînin. Her wisa li vê herêmê li çiyayên Munzur û Mercanê golên cemedê hene ku her demsal cuda û xweşik in."

Hîndekarê Zanîngeha Munzurê û wênehez Omer Faruk Narli jî destnîşan kir ku Tuncelî bi jiyana xwe ya kovî û pel û nebatên xwe va parêzgeheke dewlemend e.

Narli bal kişand ku her demsal bedewiyên bajêr hene û wiha got, "Em hatin Ovacikê wêne bikişînin û drone bidin firandin. Xasma di maweya guherîna demsalan da em rengên cuda dikarin di heman kadrajê da biqefêlin. Ev jî tiştekî pir biqîmet e."

Şêniyê deverê Ali Hidir Çelik jî diyar kir ku ew tevî hevalên xwe diçin ciyên diyar ên bajêr û ji xwe ra digerin û dibînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE