Li Ovacika navçeya Tunceliyê ji ber ketina berfa ku bi navber dibare, sitûriya berfê gihîşt 1,5 metreyî.
Li Ovacika ku raqima wê 1500 e û demsala zivistanê pir dijwar derbas dibe, ji ber ketina berfa ku 2 roj e bênavber dibare, rêyên gelek gund, tax û kuçeyan hatin girtin.
Li navçeya ku sitûriya berfê hin cihan derket 1,5 metreyî, welatiyan berfa li pêşiya mal û kargehên xwe avêt.
Li navçeya ku şertên demsalê giran in, heywandar jî ji bo ku pez û dewarê xwe alif bikin, adeta têkoşînê didin.
Bi heman awayî ekîbên paqijkirina berfê jî ji bo ku rêyên vekirî neyên girtin û herwiha rêyên girtî jî bên vekirin, xebatên xwe didomînin.