Li Ovacika navçeya Tunceliyê welatî ji ber barîna berfê û hewaya sar tengasiyê dikişînin.
Li Ovacika zivistana wê sar derbas dibe berfa çend roj in bi navber dibare ji bo welatiyan dibe tengasî û ji ber berfê rêya hin tax û gundan hat girtin.
Li hin herêman stûriya berfê gihîşt 2 mêtroyan, welatiyan berfa li ser û ber xaniyên xwe paqij kirin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin.
Welatiyan diyar kir ku zivistan li navçeyê bi zor û zihmetî derbas dibe.
Aysel Karataşê got ku ji ber berfê hin rê hatin girtin û wiha pê da çû: "Em her tim berfa li ber malên xwe paqij dikin. Ji ber sermayê ava malên me dicemide."