Li Ovacika navçeya Tunceliyê xaşxaşkan siruşt xemiland.
Li Ovacikê piştî ku hewa germ bû xaşxaşk hêşîn bûn, gupikên wan bişkivîn û zevî bi rengê sorgevez xemilîn.
Li gundê Yaylagunuyê ku 20 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, li ser qadeke 50 donimî gupikên xaşxaşkan vekirin û dîmenên pir xweşik derketin holê.
Gupikên xaşxaşkan di hefteya ewil a hezîranê da bişkivîn û gelê bajêr û ziyartvanên ku ji parêzgehên derdorê tên, eleqeyeke mezin nîşanî xaşxaşkan didin.
Xaşxaşk bi narînî û hesasbûna xwe tên zanîn û bi taybetî bala kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, dikşînin.
Ji gundiyan Zafer Eroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xaşxaşk her sal zeviyan dixemilînin.
Eroglu got ku emrê wan hefteyek e û bûk û zava tên vir û di nav zeviyên ku xaşxaşkan xemilandine da wêneyan dikşînin.