Li Ovacixa navçeya Tunceliyê qalindahiya berfê ji 2 mêtroyan derbas bû

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê qalindahiya berfê ji 2 mêtroyan derbas bû

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê hefteyeke berf bi navber dibare ku qalindahiya berfê ji 2 mêtroyan derbas bû.

Li navçeya ku raqima wê 1500 e qalindahiya berfê ji 2 mêtroyan derbas bû û tesîra berfê li ser jiyanê çêdibe.

Piştî berf zêde barî hin mal di binê berfê da man, welatiyan wek tunelê berf paqij kirin ku bi rehetî bikevin hundirê mala xwe.

Li navçeyê rêya hin gund û taxan jî hat girtin, ekîb ji bo rêyan vekin bênavber dixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE