Şaredariya Ozalpa Wanê ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve wezîfedarkirin lê hatibû kirin, rêyên mezra û taxên navçeyê bi kevirên parke nû dike.
Di çarçoveya xebatên ku bi pêşngtiya Qaymeqam û Serokşaredar Ferhat Vardar hatibûn destpêkirin de, kevirên parke li rêyên 46 tax û 13 mezrayên girêdayî navçeyê hatin raxistin.
Rêveberê Karûbarê Xebatê yê Şaredariya Ozalpê Hakan Eşîn destnîşan kir ku li seranserê navçeyê 225 hezar metroçarçik kevirên parke, 80 hezar kevirê bordewr, 63 hezar û 500 metre kevirên dirênaj, hatine raxistin.
Eşîn tekezî li wê yekê kir ku welatî kêfxweşya xwe ji bo xizmetguzariyan tînin ziman û wiha got:
"Ji sedî 95ê xebat raxistina kevirên parke qediya. Li 46 tax û 13 mezrayên girêdayî navçeyê kolanên bê kevirên parke neman."AA