Li Pakistanê li medreseyê teqîn: 15 kuştî

Li gor agahiya ku Ebdulrezaq Çîmayê rayedarê polêsan bi çapemeniya neteweyî ra parve kir teqîn li medreseyeke li herêma Xusabada li bajêr çêbû.

Li Pakistanê li medreseyê teqîn: 15 kuştî

Li Kuettaya paytextê Belucistana eyaleta Pakistanê ji ber teqîna li medreseyekê li gor tesbîtên ewil 15 kes hatin kuştin, 19 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiya ku Ebdulrezaq Çîmayê rayedarê polêsan bi çapemeniya neteweyî ra parve kir teqîn li medreseyeke li herêma Xusabada li bajêr çêbû.

Çima diyar kir ku ji ber teqînê yek jê polês yek jê meleyê medreseyê 15 kes hatin kuştin û got ku ji 19 kesên ku birîndar bûn birînên 3 kesan xedar in.

Çima got ku kurê polêsê bi navê Amanullah ê ku di êrîşê da hat kuştin jî mehek berê bi destê rêxistineke terorê va hat kuştin û wiha axivî: "Em gihaştibûn axiriya lêpirsîna der barê kuştina kurê Amanullah da. Em ê li serê lêkolîn bikin ka li pişt vê êrîşê heman kom heye yan na."

Berdevkê Walîtiya Eyaleta Belucistanê Liyaqat Şahvanî da zanîn ku êrîş bi destê êrîşa xwekujiyê va hat kirin.

Şahidên ku ji çapemeniya herêmî ra axivîn behs kirin ku kêm zêde 60 kes li mescîda medreseya ku lê teqîn çêbû ji bo nimêja êvarê amade bûn.

Şahidan got teqîn piştî nimêjê dest pê kir di sefa ewil da çêbû û dan zanîn ku hin kes ji ber îzdihamê birîndar bûn.

 "Ev misilmanên rastîn nînin"

Piştî êrîşê hikûmet û artêşa Pakistanê daxuyaniyên şermezarkirinê dan. Serokwezîriya Pakistanê ragihand ku Serokwezîr Îmran Xan ji bo ku lêkolîna hewce bidin destpêkirin û ji bo birîndaran her cure tedawî bên kirin telîmat da.

Serokwezîrê Eyaleta Belucistanê Jam Kamal jî diyar kir ku nirxên dînî û etnîk ên êrîşkaran tune û got ku " Ev tenê terorîst in û cezaya herî giran heq dikin. Em destûrê nadin ku tu kes aramiya ku me ji bo wê gelek qurbaniyên sivîl û eskerî dan xira bike."

Wezîrê Karên Navxweyî yê Eyaleta Belucistanê Ziya Langove der barê teqînê da daxuyanî da û behsa gumana terorê kir û wiha axivî: "Dijminên navxweyî û yên derva dixwazin ku di nav gel da panîkê derxînin holê û dixwazin ku beriya pêşketina welatê me bigirin."

Fermandarê Hêzên Bejayê yên Pakistanê Kamar Cawîd Bajva jî daxuyaniya xwe da got ku "Artêşa Pakistanê dê piştgiriya hewce bide saziyên sivîl û polêsan. Yên ku misilmanên mesûm li mizgeftê hedef digirin tu carî nikarin bibin misilmanên rastîn."

Li eyaletê di êrîşeke din a ku vê hefteyê qewimî da du kes hatibûn kuştin, 14 kes jî birîndar bibûn. Êrîş ji ber teqîna teqemeniya bidestçêkirî ya li ser motosîkleta ku nêzî wesayîta mihafizên sînor hatibû parkirin hatibû girêdan çêbûbû.
AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE