Li Palandokenê di nîsanê da xwe dişiqitînin

Hezkiriyên xweşiqitandinê yên ku hatin Palandokena navenda xweşiqitandinê ya ji navendên sereke yên Tirkiyeyê biharê xwe şiqitindin û kêfxweş bûn

Li Palandokenê di nîsanê da xwe dişiqitînin

Hezkiriyên xweşiqitandinê yên ku hatin Palandokena Navenda Xweşiqitandinê ya ji navendên sereke yên Tirkiyeyê biharê xwe şiqitindin û kêfxweş bûn.

Li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê ya ku ji gelek turîstên xwecî û biyanî ra malxwedîtiyê dike berf zivistanê zêde dibare û biharê dereng dihele. Piştî berfa ku van rojên dawîn barî qalindahiya berfê derkete 132 santêman.

Hezkiriyên xweşiqitandinê berfa dawîn zivirandin firsendê û di nîsanê da li Palandokenê xwe şiqitandin, li snowboardê siyar bûn û kêfa dilê xwe şa bûn.

Kal, ciwan û zarokên rojên dawîn ên sezona xweşiqitandinê derketin pîstê hem şiqitîn hem jî di binê berfa ku dibare da dema xwe derbas kirin.

Palandokena Navenda Xweşiqitandinê li Tirkiyeyê beriya navendên din sezona xweşiqitandinê vedike û piştî yên din sezonê digre. Hê jî bi taybetî dawiya hefteyê welatî tên û li navendê xwe dişiqitînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE