Navenda Kaşûna Palandokenê ya ser Erziromê ku pîstên wê hatin amadekirin sibê wê mêvanên xwe biezimîne.
Li bajêr du roj berê berf barî, paşê jî berfa çêkirî li ser pîstan hat zêdekirin û bi 4 wesayîtên snowtrackê jî hatin tewandin.
Sibê li Palandokenê heyama kaşûnê wê dest pê bike û li Tirkiyeyê devera ku îsal heyama kaşûnê lê herî zû dest pê kir Erzirom e.
Li navendê niha bi tenê wê nava rojê kaşûn bê kirin û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo amadekirina hemû pîstan amadehiyên xwe didomînin.
Li navenda kaşûnê vekirina heyama fermî wê di 10ê Berfanbarê da bê kirin.AA