Li Palandokenê kelecana xweşiqitandinê

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê kelecana xweşiqitandinê dewam dike

Li Palandokenê kelecana xweşiqitandinê

Kesên xweşiqitandinê hez dikin li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê ya ji wan navendên herî girîng ên turîzma zivistanê yek e di meha adarê da jî kêfa berfê derdixin.

Navenda 20 kîlomêtro dûrî balafirgehê û 4 kîlomêtro jî dûrî navenda bajêr e ji bo ziyaretvanan cihekî pir baş e.

Navenda ku qalindahiya berfê lê gihîştiye 2 mêtroyan ji bo turîzma zivistanê gelekî girîng e, lewra ew bi pîstên xwe yên dirêj, otêlên rihet, îmkanên sporên tebîetê va mazûvaniya turîstên xwemalî û biyanî dike.

Berkehan Paşaogluyê xwendekarê beşa tipê ye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Palandokenê di meha biharê da xwe li ser berfê şiqitandin pir xweş e û wiha axivî: "Xweşiqitandin werzişeke pir xweş e, yê ku dest pê dike êdî nikare dev jê berde. Di meha adarê da xweşiqitandin jî tiştekî pir xweş e. Her kes nikare bike, lê em li vir dikarin bikin."

Îbrahîm Hakki Engînê ku hatiye navendê jî got berfa ku barî qalîteya berfa li pistê zêde kir û ji her kesî ra got bila di meha biharê da werin Palandokenê û xwe bişiqitînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE