Li Palandokenê qelebalixiya dawiya hefteyê

Navenda kaşûnê ku stûriya berfê lê gihîşt 90 santîmetreyî, gelek ziyaretvanên xumalî û biyanî diezimîne

Li Palandokenê qelebalixiya dawiya hefteyê

Welatiyên ku keysa xwe li betlaneya dawiya hefteyê anîn, berê xwe dan Navenda Kaşûnê Palandokenê ku yek ji navendên herî girîng ên turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye.

Navenda kaşûnê ya li Erziromê ku stûriya berfê lê gihîşt 90 santîmetreyî, gelek ziyaretvanên xumalî û biyanî diezimîne.

Ziyaretvanên ku keysa xwe li betlaneya dawiya hefteyê anîn, ji xwe ra li xizekê siwar bûn û herwiha snowboard û kaşûn kirin. Çi piçûk çi navsere ji her temenî însan derketin ser pîstê û wextekî xweş derbas kirin.

Ji ziyaretvanan Serhat Keleşoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku pîstên li navendê pir xweş in.

Keleşoglu bal kişand ser qelebaliya ku dawiya hefteyê li Palandokenê çêbû û wiha dewam kir, "Ez ligel malbata xwe hatim vê derê. Zarok ji xwe ra dişiqitin û em jî muzîk guhdarî dikin. Li navenda kaşûnê her cure derfet heye. Vê hefteyê tav û hewayeke xweş heye. Divê herkes were vir û vê navendê bibîne."

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE