Li parka geliyê Botanê lêkolîneke taybet

Tîma pisporan li parkê li ser cureyên nebat û zindiyan lêkolînan dike

Li parka geliyê Botanê lêkolîneke taybet

Parka geliyê Botanê ya li Sêrtê ji aliyê cureyên nebat û zindiyan ve gelel dewlemend e. Wezareta Çandinî û Daristanan ji bo qeydkirina van dewlemendiyan tîmeke ji 9 pisporan ava kir. Tîm dê li ser zindiyên li parkê bixebite û qeyd bike. Her wiha dê fîlmeke danasîna parkê jî were kişandin.

Parka Geliyê Botanê ya li Sêrtê ji aliyê gelek kesî ve tê zanîn.

Herêma parkê him bi xwezayiya xwe, him jî bi cureyên zindiyan gelek dewlemend e.

Wezareta Çandinî û Daristanan ji bo kifşkirina dewlemendiyên parkê dest bi xebatekê kir.

Di çarçoveya xebatê de ji bo kifşkirina heywan û nebatên parkê tîmek hat avakirin.Di tîmê de 9 pispor hene.

Lêkolîner wê heywanên kovî û cureyên din ên li parkê jî qeyd bikin.

Piştî xebatê dê cureyên heywan û nebatan werin eşkerekirin û dê di fîlma danasînê ya parkê de jî werin bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE