Li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê hirçeke gewr hat dîtin

Li Tunceliyê di Parka Neteweyî ya Newala Munzurê da hirçeke gewr a xwarinê digeriya hat dîtin.

Li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê hirçeke gewr hat dîtin

Li Tunceliyê di Parka Neteweyî ya Newala Munzurê da hirçeke gewr a xwarinê digeriya hat dîtin.

Newala Munzurê ya ku di sala 1971an da wek parka neteweyî hat eşkerekirin bi 42 hezar û 674 hektar qada xwe va mazuvaniya gelek cure heywanan dike û ji hêla dar û nebatan va jî pir dewlemend e.

Li parkê 1600 cure dar nebat hene, ji gur bigire heta roviyan, ji kêvroşkan bigire heta xinzîran gelek cure heywanên beyanî hene.

Li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê hirçeke gewr a ku xwarinê digeriya li taxa Pireya Venkê hat dîtin.

Hirç demekê li der û dorê geriya, çû li devê çemê ku bi ava berfê tijî bûye hinekî hênik bû.

Paşê xwarinê geriya û dûr ket.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE