Li Parqa Neteweyî ya Çiyayê Ağrıyê "Flamîngoya Gir"

Li Parqa Neteweyî ya Çiyayê Ağrıyê ya nêzî 303 cure çivîk lê hene cara ewil e ku "Flamîngoya Gir" a zikê xwe têr dikir hat dîtin.

Li Parqa Neteweyî ya Çiyayê Ağrıyê "Flamîngoya Gir"

 Flamîngoya gir dema li Parqa Neteweyî ya Çiyayê Ağrıyê ya ji bo çivîkên koç dikin navend e xwarin dixwar, hat dîtin.

Îdira bajarê Tirkiyeyê ku bi Nexçivan, Ermenistan û Îranê ra sînorê wê heye bi saya avûhewaya xwe ji bo gelek nebat û çivîkan wek navend e.

Ji ber curbecuriya çivîkan herêm wek "bihuşta çivîkan" tê zanîn û bajêr bi erdnîgariya xwe ji gelek çivîkan ra warê hêlînê ye.

Li herêmê 303 cure çivîkên hatine qeydkirin dijîn û ew der di heman demê da ji bo çivîkên koç dikin wek rawestgeh û navenda behnvedanê ye.

Di demên berê da zanyaran di xebatên xwe da kifş kiribûn ku çûka flamîngoya gir ji ser herêmê derbas dibe. Ekîba AAyê di xebatên xwe yên li herêmê bir serî da qeyda ewil a flamîngoya gir girt ku ew li parqê xwe têr dike.

"Dîmena hatiye qeydkirin ji bo zanista çivîkan girîng e"

Midûrê Navenda Çivîkan a Zanîngeha Îdirê (KUŞMER) Hîndekar Dr. Emrah Çelîk got ku ew dîmena ji alî ekîba AAyê va hatiye kişandin bo zanista çivîkan gelek muhime û wiha pê da çû: "Ew ji nifşa flamîngoyên gir e. Li welatê me li Deltaya Gedîzê û Gola Xwê qip dikevin. Nêzî Îdirê jî li Wanê hene û hersal di mehên gulanê da tên û heta meha mijdarê qefle bi qefle dijîn."

Çelîk destnîşan kir ku dema xwe têrkrina vê cureyê ya li Îdirê gelek muhim e û wiha domand: "Cihên ev çivîk xwe lê têr dikin deverên taybet in lewra ew karîdesên xwê dixwin. Cara ewil e ku dema tiştekî dixwin qeyda wan hatiye girtin tê zanîn ku 4 flamîngoyên gir ên din jî li wê derê ne."

Di berdewamiya axaftina xwe da Çelîk ragihand ku bi saya vê dîmenê ew ê li herêmê xebatên xwe yên li ser flamîngoya gir zêdetir bikin û derxin holê ku ev çivîk li wê qadê dijîn yan na û li gor encamê jî xebatên nû bikin rewacê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE