Li paytext bihayê avê dadikeve

Di civîna asayî ya rêbendanê ya Meclisa Şaredariyê da teklîfa Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mustafa Tuna ya ji bo daxistina bihayê avê hat nirxandin.

Li paytext bihayê avê dadikeve

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê biryar da ku ji 21ê rêbendanê pê va bihayê ava hemû aboneyan ji sedî 30 were daxistin.

Di civîna asayî ya rêbendanê ya Meclisa Şaredariyê da teklîfa Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mustafa Tuna ya ji bo daxistina bihayê avê hat nirxandin.

Teklîfa ku dibêje bihayê ava hemû aboneyan bira ji sedî 30 were erzankirin bi piraniya rayan hat qebûlkirin. Terîfeya teze ew ê di 21ê rêbendanê da têkeve rewacê.

Ji bo vê biryarê wekî hincet gotin "ava Geredeyê ew ê di demeke kin da bigihêje lûlikên Enqereyê", û "êdî ji Kesîkkopriyê avê naynin û maliyeta vejenê kêm dibe". Di civînê da hat diyarkirin ku ji ber barana van demên dawîn barî jî bendav tijî av bûn.

Wekî mayîn guherandina fatureyên avê ya li gor rêjeya TEFE an jî TUFEyê jî hat betalkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE