Li paytextê operasyona DEAŞê

Bi destê ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Ewlekariya Enqereyê bi îdiaya peywendiya wan bi rêxistina terorê DEAŞê ra heye 20 biyanî hatin binçavkirin

Li paytextê operasyona DEAŞê

Hat ragihandin ku bi destê ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Ewlekariya Enqereyê bi îdiaya peywendiya wan bi rêxistina terorê DEAŞê ra heye 20 biyanî hatin binçavkirin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bîter kir, di xebatên MÎT û ekîbên Şaxa Îstixbaratê ya Ewlekariya Enqereyê da hat tesbîtkirin, 20 berşikên têkildarê rêxistina terorê DEAŞê, dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne.

Li ser vê yekê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê serê sibehê li Enqereyê operasyon birin ser çendîn navnîşanan. Di operasyonê da 20 berşikên eşkere bû ku biyanî ne, hatin binçavkirin.

Eşkere bû, piştî miemeleyên li ewlekariyê, ji bo ku bên dersînorkirin, berşikan dê radestî Rêveberiya Koçê bikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE