Li paytextê operasyona dijî FETOyê:12 gumanbar hatin girtin

Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê di çarçoveya lêpirsîna ku li ser FETO/PDYê dimeşîne da ji bo 15 kesên ku li gor tesbîtê ByLocka bernameya agahdarkirina veşartî ya rêxistinê bi kar anîne û hatine teşxîskirin ku di nav rêxistina terorê da fealiyet kirine, biryara girtinê hat derxistin.

Li paytextê operasyona dijî FETOyê:12 gumanbar hatin girtin

 Li Ankarayê bi îdiaya ku bikarhênerên ByLocka bernameya agahdarkirina veşartî ya FETO/PDYê ne, derheqê 15 bersûcan da biryara binçavkirinê hat dayîn û 12 jê hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê di çarçoveya lêpirsîna ku li ser FETO/PDYê dimeşîne da ji bo 15 kesên ku li gor tesbîtê ByLocka bernameya agahdarkirina veşartî ya rêxistinê bi kar anîne û hatine teşxîskirin ku di nav rêxistina terorê da fealiyet kirine, biryara girtinê hat derxistin.

Ji bersûcan 12 kes di operasyona hemdem da bi destê ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê hatin binçavkirin.

Piştî kontrola tenduristiyê bersûc birin ewlehiyê û ji bo girtina 3 bersûcên din hat gotin ku xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE