Li gor agahiyan wesayîta plaqeya wê 06 DY 0853 bû ji Kolana Dîkmenê ber bi Kizilayê va diçû. Vê wesayîtê li ser Kolana Mîmarê wesayîta plaqeya wê 06 BD 0109 a hewl dida ji lembeyên trafîkê aliyê çepê ra here, xist.
Heman wesayît paşê wesayîtên plaqeya wan 06 BT 1151 û 34 UD 6226 ên ji aliyê hember va dihatin qelibî, kete mixazeyeke kincan difroşe û wisa sekinî.
4 kesên di wesayîtan da birîndar bûn.
Tîmên Rewşa Acil a 112yê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Di navbera kesên qeza kirin da rageşî çêbû û hat îdiakirin kesên di wesayîta ku plaqeya wê 06 DY 0853 da bûn serxweş in.
AA