Li Altındağê agir bi avahiyeke 4 qatî ket û li gor agahiyên ewil ji ber şewatê 4 kes mirin.
Li gor agahiyan li Taxa Karapürçekê li kuçeya 439emîn ji ber sedemên hê nayê zanîn agir bi avahiyeke 4 qatî ket. Li gor agahiyan ekîbên ku çûn ciyê bûyerê tesbît kirin ku agir bi qata binî ketiye û ji ber şewatê 4 kes mirine.
Ekîbên ku midaxeleyî şewatê kirin welatiyên di qatên din da ji avahiyê derxistin.
Li gor agahiyan welatiyên ku di bin tesîra dûmanê da mane rakirin nexweşxaneyê û lêpirsîna der barê bûyerê da didome.
Wek mayîn xebatên tesbîtkirina nasnameyên kesên mirine jî didomin.
AA