Li peravên başûr ên Behra Marmarayê musîlaj gelekî kêm bû

Li peravên Bursa, Balikesîr, Yalova û Çanakkaleyê ji ber ku musîlaj kêm bû welatî dikevin behrê û masiyan digirin.

Li peravên başûr ên Behra Marmarayê musîlaj gelekî kêm bû

Li peravên başûr ên Behra Marmarayê musîlaja ku demekê gelekî zêde bû bi saya xebatan pir kêm bû.

Ji bo musîlaj ji holê bê rakirin di 8ê hezîranê da bi serkêşiya Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê planeke bi navê "Plana Çalakiyê ya Parastina Behra Marmarayê" ya bi 22 madeyan pêk tê hatibû amadekirin. Di vê çarçoveyê da xebat çar hefteye dewam dikin, 10 hezar û 500 mêtrokup musîlaj ji behrê hat paqijkirin.

Li Bursayê li peravên Kendava Gemlikê, Mudanya û Guzelyaliyê, li navenda Yalovayê peravên Altinova, Çinarcik, Esenkoy, Armutlu û Îskeleya Ferîbotê ya Topçularê, li Balikesîrê peravên Erdekê, li Çanakkaleyê peravên navenda bajêr, navçeya Lapsekiyê, Nîvgiava Gelîboluyê, Kîlîtbahîr, Eceabat, û Seddulbahirê qasî çar hefteyan e musîlaj tune.

Li peravên başûr ên Behra Marmarayê hema bibêje musîlaj tune, rewşa behrê bi dronê va ji esman hat kişandin.

Welatiyên ku dîtin behr paqij e ketin behrê, masî girtin û devê behrê meşiyan.

- "Li Gokçeada û giravên din da jî kêm bû"

Prof. Dr. Adnan Ayazê hîndekarê Fakulteya Zanistên Behrê û Teknolojiyê ya Zanîngeha Çanakkale Onsekîz Martê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand musîlaj kêm bû.

Ayaz got bakteriî jî musîlajê kêm dikin û wiha axivî: "Rewş ber bi başiyê va diçe. Li Tengava Çanakkaleyê kêm bû, li aliyê Teke û Sarozê hema hema bibêje ji holê rabû. Li Gokçeada û giravên din da jî kêm bû, lê av hê şêlû ye. Ev jî ji ber baranê ye, lê em hê jî ne bawer in. Min texmîn dikir ku di nava meha tîrmehê da wê kêm bibe, hema wisa bû."

Yusuf Aratê ji Stenbolê hatiye Lapsekiyê jî got berê ji ber musîlajê ew nediketin behrê lê niha rewş baştir e û ew hêvî dike behr paqij bibe.

Taylan Varoluşê li Kîlîtbahirê masiyan digirt jî got ji ber xebatan musîlaj kêm bû û ew jî masiyan digirin.

Emre Yakarê jî girtina masiyan hez dike jî got ew kêfxweş e ku dîsa tê masiyan digire û hêviya wan ew e ku behr baqij be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE