Li peravên Foça û Dîkîliya navçeyên Îzmirê di 3 rojên dawîn da 131 koçberên bêdestûr ên ku unsûrên Yewnanistanê dehfî peravên dan, hatin xelaskirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya Fermandariya Ewlehiya Qeraxan hat dayîn, li peravên Denîzkoyê ya navçeya Dîkîliyê di nav bota lastîk da grûbek hat dîtin û Hêzên Ewlehiya Qeraxan çûn herêmê.
Hêzên ewlehiya qeraxan 102 kesên ku unsûrên Yewnanistanê ew dehf dane ku werin aliyê Tirkiyeyê, derxistin qeraxan.
Li ser agahiya ku li peravên Aslanburnuya navçeya Foçayê jî di nav botan da grûbek koçberên bêdestûr hene, hêzên ewlehiya qeraxan ketin dewrê û di nav 2 botan da 29 koçberên bêdestûr xelas kirin.
Koçberên bêdestûr piştî kar û baran şandin Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr.
AA