Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê li peravên Dîkîlî û Çeşmeya navçeyên Îzmirê 50 koçberên bêdestûr xilas kirin.
Di daxuyaniya ji ser malpera înternetê ya Fermandariya Ewlekariya Peravê da hat gotin ku xeber hat li peravên Karaadaya Çeşmeyê di botê da komeke koçberên bêdestûr hene. Li ser wê xeberê bota Ewlehiya Peravê şandin nav behrê.
29 koçberên bêdestûr ên unsûrên Yewnanistanê ew paşve şandibûn hatin xilaskirin.
Xeber hat li peravên Dîkiliyê jî boteke lastîk a ku koçberên bêdestûr tê da ne û motora wê xera bûye û di nav behrê da mehsûr maye alîkariyê dixwaze û li ser vê daxwazê botên Ewlehiya Peravê gihîştin cihê bot lê bû û 21 koçberên bêdestûr xilas kirin.
Muemeleyên der heqê koçberên bêdestûr da çawa ku qediyan ew teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.