Li Pervariyê çanda xwarinên berê

Welatiyên navçeyê hêj jî xwarinên berê çêdikin û dixwin

Li Pervariyê çanda xwarinên berê

Li Berwariya Sêrtê welatî hêj jî xwarinên berê çêdikin û dixwin. yek ji wan xwarinan çî gebola biçortan e. niha dîmenên çêkirina çortan û gebolê...

Ev der Berwariya navçeya Sêrtê ye.

Wekî hemû deverên herêmê li Berwariyê jî çanda xwarinên Kurmancî dewam dike.

Yek ji wan xwarina jî gebola biçortan e.

Jin li aliyekî bi distarê genim dihêrin,,, li aliyê din jî çortana ku havînan ji dêw çêkirine, dixin hincanê û dihelînin.

Dûvre jî gebolê dikelînin û dixin sêniyan. Herî dawî jî dewê çortanê û rûnê malê berdidin ser û dixwin.

Her wiha li Berwariyê ji çortanê re palîdew jî tê gotin.

Ev xwarina Kurmancî hêj jî li herêmê gelek tê ecibandin.

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE