Li Karsê, zarokên gundê bayraktarê li ser cemedê ji xwe re kêf kirin. Lewra serokê kooperatîfê ji zarokan re sûrprîzek kir. Ka em lê binêrin sûrprîza wî çi bû.
Zarokên gundê Bayraktarê yê Karsê wekî her gav hatibûn ser Gola Çildirê ya cemidî. Wê bi taxokên xwe li ser cemedê bişemitîna û kêf bikirina.
Lê vê carê Serokê Kooperatîfa Turîzma Gola Çildirê Zekî Bayraktar ji wan re sûrprîzek hazir kiribû.
Ewilî taxokên zarokan bi hev ve girê dan, paşê jî hemûyan bi taxoka bimotor ve.
Zarokên gund cara ewil tiştekî wisa dîtin…
Ji bo organîzasyonê spasî Bayraktar kirin.