Li Diyarbekirê projeyên veguherîna bajêr didomin. Piştî navçeyên Rezan û Sûrê li Peyasê jî veguherîna bajêr dest pê kir. Di vê etabê de dê 96 avahî werin xerakirin û li cihê wan jî dê rê, park û dibistan werin çêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di veguherîna bajêr de projeyên mezin birêve dibe.
Pêşî li Sûra dîrokî û navçeya Rezanê dest bi paqijkirina avahiyên bêrêkûpêk kir. Niha jî li navçeya Peyasê Şaredariya Peyasê û Bajarê Mezin bi hev re dest bi veguherîna bajêr kirin.
Şaredariyê Taxa Firatê ji bo etaba ewil dest bi xerakirina avahiyan kir.
Gundê Qereqoyûna Jêr di nav avahiyan de mabû û ji ber bêhna axurên heywanan derdor aciz dibû.
Şaredariyê bi xwediyên heq re li hev kir û ev avahî wê werin xerakirin.
Li dewsa wan avahiyan jî dê park, bexçe û dibistan bên avakirin.
Piştî paqijkirinê dê li vê deverê park û avahiyên nûjen werin avakirin.
Bi vê projeyê dê navçeya Peyasê xweş û nûtir bibe.